Cemîl Bayik: Divê Ewropa li cem Kurdan bisekine

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji rojnameya komunîst a Fransayê Humanîte re nivîsî. Bayik diyar kir PKK li dijî polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê ya li ser Kurdan weke tevgereke parastinê derketiye holê. Bi têkoşîna PKK’ê re Ewropayê pirsgirêka Kurd xist rojeva xwe.
Bayik bang li Ewropayê kir ku li cem Kurdan bisekine.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji Rojnameya Fransayê Humanîte re nivîsî.

Gotar ku di dema salvegera 42’an a PKK’ê de hatî weşandin, bi sernavê ”Divê Ewropa li cem Kurdan bisekine” hate belavkirin.

Bayik di gotarê de bal kişande ser rewşa dîrokî û rojane ya meseleya Kurd û got,

”Ji hêla dîrokî ve pirsa Kurd pirsa azadî û hebûnê ye.

Dewleta Tirk ji roja ku ava bûyî heta niha tim bi wê polîtîkayê ye ku jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd red dike.

Li dijî polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê, têkoşîna ku Kurd hebûna xwe biparêzin sirûştî û rewa ye.

Êrîşa li ser Kurdan weke êrîşa li ser Rûm, Ermen, Asûr-Sûryan û qirkirina Yahûdiyan e ku piştî 1915’an pêk hat.

PKK jî li dijî polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê ya li ser Kurdan weke tevgereke parastinê derketiye holê. Bi têkoşîna PKK’ê re Ewropayê pirsgirêka Kurd xist rojeva xwe. ”

Cemîl Bayik: Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin

Bayik di berdewamiya gotara xwe de balkişand li ser xedexeya PKK’ê û got:

Tevî ku PKK’ê têkoşîna çekdarî rawestandibû jî dewleta Tirk di sala 1993’an de bi têkiliyên xwe yên Almanya û Fransayê ve hişt ku YE PKK têxe lîsteya terorê.

Lê sê dozên cûda yên 2019’an li Belçîkayê bi encam bûne û di dozekê de ku Dîwana Dadê ya YE’yê bi encam kiriye, hikim li ser hatiye danîn ku ,”Pevketina di navbeyna PKK’ê û dewleta Tirk de şerekî du alî ye” û biryar daye ku PKK di nav rêxistinên terorê de nikare were bicihkirin.

Divê biryarên şaş ên bi sedemên polîtîk li dijî PKK’ê hatine standin were sererast kirin û PKK ji lîsteya terorê’ were derxistin.

Bayik: Divê dewleta Tirk a ku piştgiriya çeteyan dike were darizandin

Bayîk dazanîn ku dewleta Tirk di roja îro de ne tenê li diî gelê Kurd li dijî hemû herêmê û YE’yê bûye pirsgirêk û got:

Dewleta Tirk niha çeteyên DAIŞ’ê, hêzên tundrew, îslamî yên radîkal perwerde dike ji bo armancên xwe dişîne Sûriyê, Libya, Iraq, welatên Mexribê û tevgerên dagirkiriyê dike.

Li Derya Spî bi polîtîkayên xwe yên êrîşkar ên li ser Yewnanîstan, Fransa, Misir, Qibris û Italyayê aramiyê têk dibe.

Divê ne PKK divê dewleta Tirk a ku van kiryarên derqanûnî dike were darizandin”

Cemîl bayik diyar kir ku PKK xwedan wê stratejiyê ye ku pirsa Kurd di nav sînorên dewletên heyî de bi mîsogerkirinên destûrî bi rêyên aştî û demokratîk were çareserkirin.

Back to top button