Plana reforma NATO wê Tirkiye bihêrs bike

NATO ji bo xurtkirina têkliya xwe bi welatên YE re û zehmetkirina vetoyê wê reformekê çêbike. Ev reform jî xalên ku dewleta tirkiyê aciz dike li nava xwe digre.

Piştî gotina serokomarê Fransa Emmanuel Macron ya “Mirina Mejiyê NATO pêk hatiye” bi salekê, ji NATO planek ya reformê hate amadekirin.

Ev plan ji aliyê Wezîrê Derve yê Alman Heiko Maas ji bo welatên endamên NATO hat şandin.

Li gorî nûçeya ajansa Alman DPA di rapora NATO yê de 140 xalên pêşniyarê hene.

Tê gotin welatên YE yên ku ne endamên NATO yêne, dibe ji niha û pêde ji bo civînan were vexwendin.

Her wiha ji bo vetoyê jî di plana reformê de, xalên zehmetkirinê hene.

Ya diyar ev plana reformê wê ji aliyê tirkiyê ve were redkirin.

Rapor di sêşema bê de wê cara yekemîn di civîna wezîrên derve de were nîqaşkirin.

Piştre ev rapor wê pêşkêşî Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg were kirin.

Back to top button