Li Misrê têkildarî aloziya Sûrî civînek li dar ket

Wezareta Derve ya Misirê bi daxuyaniyekê ragihand ku Misir, Erebistana Siûdî, Îmarat û Urdin, derbarê aloziya Sûrî û rêbazên çareseriya wê, civiyan.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê ku li ser medya civakî hat belavkirin, her çar welatên navborî li ser asta rayedarên payebilind ên wezaretên derve, ji bo gotûbêjkirina aloziya Sûrî civînek li dar xist.

Di civînê de, wezîran rêbazên çareserkirina aloziya Sûrî li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya hejmar 2254’an û li ser hewldanên hevbeş ji bo parastina Sûriyê nîqaş kirine.

Back to top button