Senatoya Fransayê banga naskirina Qerebaxê kir

Senatoya Fransayê bang li hikumeta Fransî kir ku herêma Qerebaxê weke komareke serbixwe nas bike.

Senatoya Fransî êrîşên hêzên Azerî yên bi desteka dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî herêma Qerebaxê şermezar kirin û banga vekişandina demlidest a hêzên Azerbeycanê ji vê herêmê kir.

Senatoyê daxwaza destpêkirina lêpirsîneke navdewletî derbarê sûcên şer jî de kir, ku divê rola Tirkiye di vî şerî de were zelalkirin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan, biryara Senatoya Fransî bi ya dîrokî bi nav kir, lê serokê Azerbeycanê Ilham Elîyêv ew rexne kir.

Ji aliyê xwe ve Tirkiye tawanên Senatoya Fransî red kirin û ew bi yên bêbingeh bi nav kirin.

Wezerata Derve ya Tirkiyê idia kir ku, ji bo çareseriyeke mayînde ji vê aloziyê re, Enqere amade ye hevkariyê bi Parîsê re bike.

Back to top button