Efserekî “CIA” ya Amerîkî li Somalyayê hat kustin

Efserekî Ajansa Istixbarata Amerîkî (CIA) li Somalyayê hat kuştin.

Ragihandina Amerîkayê, kuştina efserekî CIA, ku di şerekî vê dawiyê de hatiye kuştin, ragihand.

Rojnameya The New York Times ya Amerîkî diyar kir ku ev efserê kuştî endamekî Navenda Çalakiyên Taybet a Ajansa Istixbaratî bû, ku karê herî tirsnak ê ajansê dike.

Li gorî nûçeya tora CNN jî, ev efser berî hefteyekê birîndar bûbû.

Ji bo perwerdekirina leşkerên Somlyayê, da li dijî Tevgera el-Şebab a terorîst şer bikin, Waşingtonê nêzî 700 leşkerên xwe li wir bi cih kirine.

Back to top button