YJA-STAR: PKK bi biryardarî li ber xwe dide û mezin dibe

Bi heman boneyê, Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar kir ku PKK’ê li hemberî êrîşan ti carî ji çanda xwe ya berxwedanê gav bi paş de neavêtiye, îro jî bi heman biryardariyê li ber xwe dide.
Fermandariyê got: Em ê berxwedana sedsalê mezin bikin, têkoşîna rûmetê jî bi pêşengiya jinê teqez bi ser bixînin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Jinê yên Azad YJA Starê bi boneya salvegera 42. a damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da.

YJA – Starê got:

“Partiya me PKK 42 sal in bi biryardarî û baweriyeke bênavber têkoşîna azadiyê dimeşîne.

Serketinên mezin bi dest xistine û gel û jinên cîhanê jî bêhtir nêzî vê azadiyê kiriye.”

PKK tevgera guherîn, veguherîn û jinûveafirandinê ye û bi avaniya xwe ya îdeolojîk û felsefîk bûye tevgereke mirovahî.

Fermandarî dibîne ku “ji ber PKK li dijî pergala kapîtalîst, yekane berdêla jiyanê pêşkêş dike, rastî êrîşên tunekirinê tê..

Lê Fermandariyê teqez kir PKK’ê li hemberî van êrîşan ti carî ji çanda xwe ya berxwedanê gav bi paş de neavêtiye û her tim bi heman giyanê berxwedanê li ber xwe dide.

 YJA-STAR: Em ê têkoşîna rûmetê bi pêşengtiya jinê teqez bi ser bixînin

Fermandariyê ev yek jî spart pêşengtiya jinan di nava partiyê de, ku rêxistina jinê li qadên siyasî, îdeolojîk û leşkerî, îro ji bo tevahiya jinan bûye qada têkoşînê.

YJA – Starê got:

Em bi biryar in ku bi kevneşopiya fedayî ya Bêrîtan û Zîlanan, bi daxwaz, hişmendî û hestên tolhildanê hîn bêhtir xebata xwe ya pêşengiyê bi cih bînin, ti carî jî ji têkoşîna xwe ya berxwedanê tawîzê nedin.

Dilsoziya me ya bi Rêber Ocalan û paşeroja azad re, wê têkoşîna gelan ronî bike û têkoşîna rûmetê jî bi pêşengiya jinê teqez bi ser bixîne.

Back to top button