Riyad Derar: Ji bo şopandina biryarên kongreyê, komîteyek hat avakirin

Berî du rojan, MSD’ê Kongreya Niştîmanî ji bo şêniyên Firat û Cizîrê li Hesekê li dar xist.
Der barê vê kongreyê de, Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar, ji Televizyona me re nirxandin kir.
Derar diyar kir ku ji bo şopandina pêkanîna biryarên hatine giritn, komîteyek hat avakirin.
Riyad Derar anî ziman ku ji bo berjewendiya gelên Sûrî, ew amade ne bi hemû aliyan re danûstandinan bikin.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Riyad Derar der barê Kongreya Niştîmaî ya MSD ji Şêniyên Cizîr û Firatê re, berî du rojan li dar xistibû; tevlî bernameya Mesarat a Televizyona me Ronahî TV bû û giringî û biryarên wê nirxandin.

Derar diyar kir ku ji bo şopandina pêkanîna biryarên hatine derxistin û misogeriya pêkanîna van biryaran, komîteyek hat avakirin.

Derar got:

Ev komîte wê karibe bernameyekê ji bo karê xwe derxîne û van biryaran bişopîne.

Komîte nûnerên hemû herêmên Rêveberiya Xweser di nava xwe de dihewîne.

Tevî wan, nûnerên ji QSD, MSD jî wê vê mekanîzmeyê heta encama kongreyê derkeve, pêk bînin.

Riyad Derar: Pêwîst e gel kesê herî baş di hilbijartinan de hilbijêre

Têkildarî hilbijartinên saziyên rêveberiyê ku dê li herêmê werin lidarxistin jî, Derar, çalakkirina saziyan weke armanc nîşan da.

Derar anî ziman ku:

Ev hilbijartin ji bo naskirin û bicihkirina kesên çalak girîn û pêwîst in.

Ev kes wê ji gel bixwe bin.

Ne li gorî kesayet û naskirinê be.

Ji bo vê jî, divê gel yê herî baş ku dê bikaribe di van saziyan de xizmeta wan bike, bibijêrin.

Riyad Derar: Ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê, em dîsa amade ne bi hemû aliyan re rûnin

Hevserokê MSD Riyad Derar bal kişand ser diyalogên bi aliyên din ê Sûrî jî, ku eger ew dev ji berjewendiyên xwe berdin, dikarin bi wan re rûnin û bigihêjin lihevkirinekê.

Em ji danûstandinan natirsin, dema em li ser maseya wan rûnin jî, em hêza xwe diyar dikin.

Ne di ber rastî, gel û berjewendiyên giştî de bin, em berdêl û tawîzan nadin.

Hingî em dikarin bigihêjin serkeftina ku em dixwazin, her çi qas ev danûstandin bi aliyên dijber re bin jî.

 

Back to top button