KON-MED: Divê Ewropa niyeta PKK’ê ya çareseriyê bibîne

Ji bo vê rojê, Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê-KON-MED jî ev roj pîroz kir û anî ziman ku divê Ewropa û hêzên demokratîk, niyeta PKK a çareseriya demokratîk ji nêz ve bibînin.

Konfederasyonê destnîşan kir ku PKK li dijî siyasetên qirkirina çandî yên li ser Kurdan, serî hilda û têkoşiya, ji lew re heta bersiv ji daxwazên Kurdan re neyê dayîn, divê neyê gotin pişaftin qediyaye û qirkirina çandî bi dawî bûye.

KON-MED’ê bang kir ku divê Ewropa û hêzên demokratîk niyeta PKK’ê ya ji bo çareseriya demokratîk bibînin.

Gelê Asûr, Suriyan û Keldan damezrandina PKK’ê pîroz kir

Bi heman armancê, Partiya Azadiyê ya Mezopotamayayê (MOP) li ser navê gelê Asûr, Sûryan û Keldan salvegera 42 a damezrandina PKK’ê pîroz kir û PKK weke hêviya xwe bi nav kir.

Back to top button