Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk de, îro li Îzmîrê 9 jin hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê, polîsên dewleta Tirk serê vê sibehê bi ser gelek malan de girt û 9 jin binçav kirin û dest li ser materyalên dîjîtal, telefon û computeran wan jî danîn.
Hat zanîn, biryara qedexeya hevdîtinê ya 24 saetan li ser van jinan
hatiye danîn.
Polîsên Tirk duh êvarî jî avêtin ser avahiya HDP’ê ya li Wanê û dest danîn ser harddîskên komputer û pirtûkan.