Parlamena Ewropayê biryara jinûve destpêkirina danûstandinan çareserkirina aloziya Qibrisê kir

Parlamena Ewropî biryara jinûve-destpêkirina danûstandinên çareserkirina aloziya Qibrisê, li ser bingeha yekîtiya federal, stand.

Lê Tirkiyê weke her car bê bersiv nema û li ser zimanê berdevkê Wezareta xwe ya Derve Hamî Aksoy, pêşniyara komeleya giştî ya parlamena Ewropî derbarê Tirkiye û Qibrisa Bakur de red kir.

Hamî Aksoy gef xwar ku ev biryar, helwesta yekalî ya Parlamena Ewropayê eşkere dike û eger ew bi vê hişmendiyê dewam bikin, wê ti rola Yekîtiya Ewropayê di çareserkirina kêşeya Qibrisê de tune be.

Aksoy diyar kir ku wan bang li YE û Parlamena Ewropî kiribû ku rastiya Qibrisê bibînin û pabendî peymana 2004’an a derbarê Qibrisê bibin.

Parlamena Ewropayê duh biryareke hevbeş da, li gorî wê jî danûstandinên ji bo çareserkirina aloziya Qibrisê li ser bingeha yekîtiyeke federal, jinûve dest pê dikin.

8’ê Cotmeha borî, Komara Qibrisa Bakur parçeyek ji devera Mir’iş a girtî ya li bajarê Xazî Magosa vekir û Parlamena Ewropayê di dengdana xwe de ev bûyer derqanûnî qebûl kir.

Back to top button