LAVROV: LI SER KURDAN NÊRÎNEKE HEVPAR BI TIRKIYÊ RE NÎNE, LÊ EM FIKARÊN TIRKIYÊ FÊM DIKIN

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov têkildarî rewşa dawî ya li Sûriyê daxuyaniyên bi nakok da.

Sergey Lavrov li aliyekî diyar kir ku li ser Kurdan nêrîneke wan a hevpar bi Tirkiyê re nîne û li aliyê din jî got,

Em fikarên Tirkiyê fêm dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov têkildarî rewşa dawî ya li Sûriyê daxuyaniyên bi nakok da.

Sergey Lavrov berî serdana Çîn û Vietnamê bike, ji televîzyona Vietnamê, televîzyona Çînê a navendî û Phoenixê re axivî..

Lavrov diyar kir ku li ser Kurdan nêrîneke wan a hevpar bi Tirkiyê re nîne û wiha got:

Fikarên Tirkiyê hene, em jî fikarên wan fêm dikin.

Lê divê bê diyarkirin, ka kîjan komên Kurdî ji bo Tirkiyê xeter e.

Wezîrê Rûs careke din, peymana Edeneyê xist rojevê destnîşan kir ku bi aliyê Tirk re di nava danûstandinan de ne.

Ji bo bidawîbûna gefan li ser sînor, destûr ji Tirkiyê re heye ku, li ser herêmên sînorî yên di nava axa Sûrî de xebatê bike.

Dibe polîsên Rûsî jî beşdarî vê herêmê bibin.

Sergey Lavrov teqez kir ku ti planên operasyoneke leşkerî ya hevbeş navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser axa Sûriyê tune ye û li ser Idlibê jî ev wiha got;

Giştî herêmên Sûriyê di agirbestê de ne lê tenê Idlib bi pirsgirêk e..

Pêwîst e opozîsyonên çekdar û terorîst ji hev bêne veqetandin.

Herî dawî jî Qesra Spî ragihandibû ku wê 200 eskerên wan ji bo parstina sînor werin bicihkirin.

Li gorî rayedarên Emerîkî wê bi giştî 400 lesker di navbera Bakurê Sûrî û Tenefê de bimînin.

Plan ew e ku di navbera 800 heta 1500 eskerên welatên Ewrûpayê jî li Bakurê Sûrî weke hêzên aştiyê bimînin..

Rayedareke Emerîkî îdîa kir ku hêzên dewleta Tirk wê li herêmên behsa wan tê kirin bicih nebin.

Malpera fermî ya Wezareta Parastinê ya Emerîkayê jî li ser zimanê Wezîrê parastinê yê demkî yê Emerîkayê Patrick Shanahan ragihand ku : “Li Sûriyê erka leşkerî ya ji bo têkbirina DAIŞ’ê nehatiye guhertin.

Leave a Reply

Back to top button