Nûnerên Baweriyên Mezopotamyayê banga parastina Şengalê kirin

Nûnerên baweriyên Xiristiyan, Hewramanî, Feylî, Yarsan, Êzidî, Misilman, Elewî beşdarî paneleke Platforma Baweriyên Mezopotamyayê bûn û ji bo parastina Şengalê bang kir.

Platforma Baweriyên Mezopotamyayê, nûnerên civakên baweriyên Mezopotamyayê li hev kom kir û panelek li dar xist.

Nûnerên Xiristiyan, Hewramanî, Feylî, Yarsan, Êzidî, Misilman û Elewî bi rêya enternetê beşdarî panelê bûn.

Di panelê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya nokerên xwe li Şengalê li pey lîstikên nû ye.

Beşdarên panelê diyar kir ku Şengal ne tenê ji bo Êzidiyan e û divê ji bo baweriyan hemûyan bibe xeta sor.

Nîqaş jî hat kirin ku li dijî planên ser Şengalê û civaka Êzidî divê têkoşîneke çawa bê meşandin.

Nûnerên civakên baweriyên Mezopotamyayê bang li bawermendan hemûyan hate kirin ku ji bo Şengalê hesas û baldar bin.

Beşdarên panelê:

Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm

Hevserokê Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan a li Almanyayê (NAV-YEK) Hacî Çelîk

Ji rûspiyên Êzidiyan Şêx Loqman

Ji rûspiyên Misilmanan Şêx Mûrşîd Xeznewî

Hevserokê Yekîtiya Suryaniyên Iraqê Yûsûf Yakûb Matte

Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk Demîr Çelîk

Pîra Elewî Mele Ûgûr Pîr Ana

Rûspiyê Elewiyan Mehmet Yaman Pîr

Nûnerê Yarsanan Sasan Mêhrabî

Nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Dawût

Nûnerê Civaka Baweriya Feylî ya Ewropayê Mehemed Norî

Nûnerê Platforma Horam Zerdeşt Horamî

Back to top button