”Bexdayê û Hewlerê li gorî berjewendiyên xwe nêzî Şengalê dibin”

Li dijî êrîş û planên li ser Şengalê, Hevseroka Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif got: “Peymana ku di navbera hikûmeta Bexda û Hewlerê de hatiye îmzekirin, ji derveyî vîna şêniyên Şengalê ye û ev yek jî ji derveyî qanûnê ye.”

9’ê Cotmehê PDK’ê, Îraq û Tirkiyê peymaneke ku leşkerên Iraqê derbasî Şengalê bibin îmze kirin.

23’ê Mijdarê jî ev biryar kete meriyetê û 10 hezar leşkerên Iraqê derbasî Şengalê bûn.

Li hemberî vê peyman û biryarê gelê kurd bi hêrs û helwest in.

Têkîldarî mijarê, Hevseroka Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif axivî.

Perwîn diyar kir ku peymana ku hatiye îmzekirin, ji derveyî vîna şêniyên Şengalê pêk hatiye.

”Dixwazin careke din fermanê dubare bikin”

Hevseroka Kantona Qamişloyê dibêje:

”Niha hikûmeta Bexdayê û Hewlerê ji bo berjewendiyên xwe nêzî Şengalê dibin û dixwazin careke din fermanê dubare bikin”.

Perwîn Yûsif herî dawî bang li şêniyên Şengalê kir ku li hember biryar û planên qirêj rêxistinbûna xwe biparêzin.

Back to top button