
Topbarana li ser herêmên gundewarên Idlib û Hemayê, zêdetir dibe.
Di encama topbaran li ser herêma Xan Şêxon de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku hêzên rejîma Sûrî bi dijwarî herêma Xan Şêxon a girêdayî Idlib topbaran kir..
Çavdêriyê diyar kir ku hejmara qurbaniyên ji topbaranê zêde dibin.
Li gorî agahiyên dawî, hejmara qurbaniyan gihandiye 7 kesan..
Her wiha çavdêriyê, di bîlançoya xwe de destnîşan kir ku ji dema peymana Erdogan – Putin ku li ser Idlibê, 130 sivîl hatine kuştin.