Wezareta Parastinê yê Îranê piştrast kir ku serokê Navenda Lêkolîn û Teknolojiyê ya Wezaretê, Muhsin Fexrîzadeh di suîqestê de hate kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Farsê ragihand ku Zanyarê nukleerî yê îranê Muhsiên Fexrîzadeh li Tehranê bi guleyê hate kuştin.
Wezareta Parastinê ya Îranê bi daxuyaniyekê agahiyên kuştina Fexrîzadeh piştrast kir û got:
“Komên çekdar ên terorîst êrişî wesayîta veguhestina serokê Navenda Lêkolîn û Teknolojiyê ya Wezaretê, Muhsin Fexrîzadeh kir.
Di navbera tîmên ewlehiyê û terorîstan de şer derket.
Di encamê de Muhsin Fexrîzadeh bi giranî birîndar dibe û ji bo nexweşxaneyê tê veguhestin.
Wezaretê da zanîn ku tevî hemû hewildanên bijîşkan jî Muhsiên Fexrîzadeh jiyana xwe ji dest da.”