
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Girê Spî leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar kir.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundê Bîr Temah ê Girê Spî, leşkerekî hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Sarûnc gulebaran kir.
Leşkerê hêzên hikumetê di destê xwe yê rast û rûyê xwe de bi giranî birîndar bû.
Leşkerekî hêzên hikumetê yê bi leşkerê birîndar re, ji ANHA’yê re got, çeteyê, hevalê wan ê li nuqteya xwe ya li gundê Sarûnc ê 40 km dikeve rojhilatê kantona Kobanê gulebaran kir.
Di encamê de şikandin di destê wî de çêbûn.
Leşkerê birîndar rakirin nexweşxaneya Kobanê.