Li Efrîna dagirkirî Çeteyan zarokek û kalemêrek bi awayekî hovane kuştin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker zarokek û kalemêrek bi awayekî hovane kuştin kirin û ciwanekî din birîndar kir.

Çeteyên ku navê (Firqet El-Hemza) li xwe dikin, Ebdulrehman Hemo yê 70 salî û zarokê Hemo Cengîz Necar ê 14 salî dema diçûn nav zeviyên xwe kuştin.

Piştî keşifkirina cenazeyê zarok, diyar bû ku bi 40 guleyan hatiye kuştin.

Her wiha çeteyan li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê ciwanê bi navê Mesûd Mecîd Cemo (30) bi guleyan birîndar kir.

Back to top button