“Rêveberiya Xweser bi israr e biryarên kongreyê pêk bîne”

Endama Destaya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed der barê pêkanîna xebatên dema pêş de, ji Ronahî TV re da zanîn ku Rêveberiya Xweser bi israr e xwe pêş bixe û van biryarên ku ji kongreya niştimanî derketine, pêk bîne.
Ilham Ehmed îşaret bi rola neyinî ya dewleta Tirk li herêmê jî kir û bang li ENKS’ê kir ku ji lîstokên dewleta Tirk dûr bikeve.

Bi armancên cihêreng, piştî 13 komxebatên berfireh, MSD’ê kongreya xwe ya niştîmanî li bajarê Hesekê li dar xist.

Xaleke bingehîn a kongreyê, pêşxistin û berfirehkirina xebatên Rêveberiya Xweser e.

Endama Destaya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed derbarê pêkanîna bernameya xebatên dema pêş de, ji telvizyona me re nirxandin kir.

Ilham Ehmed bal kişand ser biryarên ji kongreyê derketî, ku di xebatên Rêveberiya Xweser ên siyasî û rêveberî de, wê nûbûnekê bi xwe re bînin.

Ilham da zanîn ku biryarên sererastkirina rêveberî û saziyê wê, ji aliyê komîteya şopandinê wê pêk bên, ji wan jî derxistina koçberan ji kampê, berî kongreyê pêk hat.

“Bi nûbûna Rêveberiya Xweser, wê derî li ber şarezayan vebe”

Endama Destaya Rêveber a MSD’ê behsa tevlîbûna şarezayan bo Rêveberiya Xweser jî kir, ku pergala wan rêveberî û ne desthilatî ye û ti kes di dem dirêj li ser kursî namîne.

“Hilbijartinên Rêveberiya Xweser wê di nava salekê de pêk bên”

Ilham diyar kir ku di nava salekê de wê hilbijartinên Rêveberiya Xweser pêk bên, lê destpêkê ji bo bi rengekî demokrat bin, ew ê gelek amadekariyan bikin.

“Divê ENKS dest ji lîstokên dewleta Tirk berde”

Ji bo astengkirina çareserkirina aloziya Sûriyê û têkbirina diyalogan, dewleta Tirk, Itlaf û ENKS’ê roleke xerab pêk tîne.

Ev alî hertim şerê Rêveberiya Xweser dikin, lewra Ilham Ehmed daxwaz ji ENKS’ê kir ku ji lîstokên dewleta Tirk dûr bikeve û li netewa xwe xwedî derkeve.

Back to top button