Koçberên Efrînê: Çima hûn destê xwe dixin destê kujerên Hevrîn Xelef

Koçberên Efrînê, serdana nûnerên ENKS’ê ya bo gorên çeteyên Tirkiyê li Efrînê bi tundî şermezar kir û anî ziman ku ENKS’e şirîkê sûcên dagirkeran e.
Koçberan bang li ENKS’ê kir ku hevkariya xwe bi dewleta Tirk re rawestîne û got, çima hûn destê xwe dixin destê kujerên gelê xwe.

Serdana dawî ya nûnerên ENKSê ya ji bo Tirkiye û gorên çeteyan li Efrîna dagirkirî, rastî nerazîbûn û redkirina qadên gelê Kurd hat.

Qada Kurdî vê serdanê ji bo nixumandina kirin û sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê pêk hatine, dibînin.

Nûnerê ENKS’ê Ebdullah Gedo, digel rayedarên îtîlafê, 19’ê Mijdarê serdana Efrîna dagirkirî kir û li ser gorên çeteyan fatîhe xwend.

Li ser vê jî, koçberên Efrînê, ev axaftin ji ENKS’ê re kir:

Hûn çima destê xwe dixin destê kujerên gelê xwe û serdana gorên kujerên Hevrîn Xelef dikin.”

Koçbera Efrînî Zeyneb Mistefa, anî ziman ku ENKS’ê li şûna destê xwe bixe destê çeteyan, bila destê xwe bixe destê gelê xwe.

Mihemed Mistefa jî pirsa welatparêziya ku ENKS’ê îdia dike, kir û got:

“Welatparêzî ne bi serdana herêmên dagirkirî ye, welatparêzî bi pêkanîna yekrêziya bi gelê xwe re ye.”

Koçberên Efrînê: Hevkariya xwe bi dewleta Tirk û çeteyên wê re rawestînin

Nezîfe Nabo jî bang li ENKS’ê kir ku hevkariya xwe bi dewleta Tirk û çeteyên wê re rawestîne û pêwîst e ENKS’ê li rêza Kurdî vegere.

Her wiha koçberên Efrînî serdana ENKS’ê weke rûpeleke reş di dîroka Kurdan de pênase dikin û dibînin ENKS’ê şirîkê sûcên dagirkeriyê ye.

Back to top button