Parêzer Ebrû Tîmtîk hêjayî xelatê hat dîtin

Parêzer Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, hêjayî xelata Mafê Mirovan a 2020’ê ya Konseya Yekîtiya Buroyên Ewropayê hat dîtin.

Xelata Mafê Mirovan a Konseya Yekîtiya Buroyên Ewropayê yek ji xeletên herî bi nirx e.

Parêzer Ebrû Tîmtîk a ku di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû, hêjayî xelata 2020’an hat dîtin.

Li ser navê Ebrû, Parêzer Aytaç Unsal xelat girt.

Parêzer Unsal, piştî biryara berdanê ya Dadgeha Bilind dawî li rojiya mirinê ya li gel Ebrû dabû destpêkirin anî, tevlî merasîma xelatê bû got:

Li cihekî ku hemû rêyên qanûnê hatibin girtin, emê bi domdarî mafê gel û xwe biparêzin. Ebrû jî ev yek nîşî me tevan da.

Parêzera Buroya Hiqûqê ya gel Ebrû Tîmtîk ji bo darizndineke bi adil di girtîgeha li Tirkiyê de, roja 238 ‘an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da.

Back to top button