Li Girê Spî ji ber pevçûna di navbera şênî û çeteyan de sivîlek hat kuştin

Li bajarê Girê Spî ya dagirkirî di encama pevçûna di navbera şêniyan û çeteyên dagirkeriya Tirk de sivîlek hat kuştin .

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li bazara bajarê Girê Spî ya dagirkirî pevçûn di navbera şêniyan û çeteyên dewleta Tirk yên bi navê Cebhe El-Şamiyê pêk hat.

Li gorî çavdêriyê, çeteyan guleyan bêserûber li ser sivîlan reşand, di encamê de sivîlek hat kuştin û gelek kes birîndar bûn.

Back to top button