Dagirkeran ciwanekî 30 salî ji navçeya Mabata revand

Dagirkeran ji navçeya Mabata sivîlekî 30 salî revand. Her weha li navenda Efrînê mala şêniyekî ku hatibû kuştin desteser kirin.

Roja Înê ya derbasbûyî, çeteyan ciwanê bi navê Mihemed Mihemed Şewqî Hêder (30) yê ji gundê Heyatê yê Mabatê revand.

Malpera Afrinpost diyar kir ku bi armanca standina pereyan, çeteyan li ser bendeke kontrolê ew revand.

Dagirkeran mala şêniyekî li taxa Eşrefiyê dseteser kir

Li aliyê din, li taxa Eşrefiyê ya Efrînê çeteyan mala şêniyê bi navê Mihemed Mistefa yê ji gundê Qîbarê desteser kir û tiştên di malê de talan kirin.

Malperê da zanîn ku Dema Malbata Mistefa bi merasîma definkirina wî mijûl bibûn, çeteyan mala wî talan û destser kir.

Sêşemê derbasbûyî, Mistefa di encama teqîna ku li Efrînê rû dabû, jiyana xwe ji dst da.

Back to top button