Sînorê nû yê navbera Ermenîstan û Azerbeycanê wê diyar bibe

Wezateta derve ya Ermenistanê ragihand ku wê di navbera wan û Azerbeycanê de sînoreke nû were xîzkiri û ji bo vê yekê wê komisyonek hevbeş were avakirin.

Azerbeycan û Ermenîstan piştî aloziya li herêma Qerebaxê dixwazin sînoreke nû yê navbere xwe diyar bikin.

Wezîrê Derve yê Ermenîstanê jî ev yek bi rêya daxuyaniyekê piştrast kir.

Wezîr diyar kir ku ew dixwazin di vê pêvajoyê de, lihevhatinan pêk bînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, wê li rojavayê herêmên Kafkasya gelek xalên kontrolê yên ji bo derbasbûnê werin çêkirin.

Piştî peymana agirbestê ya 10’ê Mijdarê navbera aliyan de, Rûsya ji bo çareseriyeke mayînde bi rêya danustandinên navbera herdû aliyan de ketibû tevgerê.

Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov anî ziman ku serokê welat Vladimir Putîn ji bo çareseriyê bi hempîşeyên xwe yê Ermenî û Azerbeycanê re di nava danustandinên zêde de ye.

Piştî Kelbecerê, tê payîn di 1’ê Kanûnê de, hêzên Ermenî ji herêma Laçîn jî derbikevin.

Her wiha Fransa ji bo koçberên ku ji ber êrîşên Azerbeycanê yên li ser herêma Qerebaxê ji cih û warê xwe koçber bûne balefira duyemîn ya alîkariyê şand Êrîvanê.

Back to top button