BERXWEDANA GUVEN KET ROJA 109’AN

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye, di roja 109’emîn de didome.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdara 2018’an de ketibû greva birçîbûnê.

Guven, tevî rewşa tenuristiya wê her ku diçe xerab dibe jî lê dîsa dibêje heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê wê çalakiya xwe berdewam bike.

Li ser vê yekê û bi vê baweriyê ev 109 roj in bi biryar çalakiya xwe berdewam dike.

Çalakiya koma ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 71’emîn de berdewam dike.

Niha li 62 girtîgehan zêdetirî 317 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.

LI GIRTÎGEHA RIHAYÊ REWŞA GIRTIYAN GIHIŞTIYE ASTEKE KIRÎTÎK

Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD a Rihayê Parêzer Mûstafa Vefa jî ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de dişopîne, diyar kir ku ji girtiyan

Leave a Reply

Back to top button