Bi Dîmen…Ji ber topbaran dagirkeran ziyan gihişt kehrebeya Eyn Îsayê

Artêşa Tirk avahiya gerînendetiya kehrebeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Duh top li gerînendetiya kehrebeyê ya navçeyê ket, ji ber topbaranê zirarên madî çêbûbûn.

Têkildarî mijarê endama Rêveber a Gerînendetiya Kehrebê ya navçeya Eyn Îsayê Bêrîvan Şêxo got:

Dema karmend serê sibê hatin ser karê xwe, artêşa Tirk a dagirker ew kirin armanc, û zirar gihaşt depoyê sotemeniyê.

Bêrîvan Şêxo destnîşan kir artêşa Tirk bi van êrîşan dixwaze binsaziya navçeyê xerab bike û şênî ji kehrebê bê par bimînin.

Duh artêşa Tirk mala sivîlekî li Eyn Îsayê jî topbaran kir, di encamê de dayikek û du zarok birîndar bûbûn.

Back to top button