Bi dîmen…Çeteyan li Serê Kaniyê û Girê Spî 2 sivîl kuştin û 6 birîndar kirin

Li bajarên Serê Kanî û Girê Spî yên dagirkirî, di encama pevçûna di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk de 2 sivîl hatin kuştin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûrî ragihand, ku şer û pevçûna di navbera çeteyan de, destpêkê li Serê Kaniyê dest pê kir, piştre li Girê Spî.

Li bazara bajarê Girê Spî yê dagirkirî pevçûn di navbera şênî û çeteyên Cebhe El-Şamiyê de derket.

Li gorî çavdêriyê, çeteyan gule bêserûber li ser sivîlan reşandin, di encamê de 2 sivîl hatin kuştin û 6 birîndar bûn.

Dewleta Tirk 8 mal desteser kirin û veguherandin cihên olî

Li bajarê Serê Kaniyê jî, dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe 8 malên sivîlan destser kirin.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku dagirkeriya Tirk, 4 mal ji wan, veguherandine peymangehên olî.

Back to top button