Nîjerya..Çeteyên “Boko Heram” 43 çotkaran kuştin

Li Nîjeryayê, di êrîşeke çeteyên “Boko Heram” de 43 çotkar hatin kuştin.

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku duh çeteyên “Boko Heram” êrîşî Hiqûl El-Erz ên bajarê Ma’îdojûrî paytexta Wilayeta Birono kir û di encamê de, 43 çotkar hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Heman çavkaniyê diyar kir ku çeteyan çotkar girêdan û piştre ew serjê kirin û heta niha jî çarenûsa 8 çotkaran nediyar e.

Beriya niha jî, li Bakûrê Nîjeryayê, di encama êrîşeke çeteyên “Boko Heram” de 22 kes hatibûn kuştin.

Back to top button