Hevdîtinên şandeya KNK’ê li Silêmaniyê didomin, duh Şande digel nûnerên baweriyên cûda yên Başûrê Kurdistanê civiya.
Şandeya KNK’ê li Navenda Kakeyiyan a Silêmaniyê digel nûnerên baweriya Îslamê, Suriyan, Kakeyî û Zerdeştiyan civiya.
Di civînê de li ser rewşa pêkhateyên olî yên Kurdistanê û jiyana baweriyan a hevpar hate nîqaşkirin.
Derbarê rola bawermendan di çareserkirina rewşa aloz a li Başûrê Kurdistanê de nîqaş hatin kirin.