ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 96’AN DE YE

Li Başûrê Kurdistanê grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan li darin.

Berxwedana Endamê nûnertiya HDP’ê Nasir Yagiz û endama Meclîsa Îştar a Mexmurê Fadîle Tok dewam dikin.

Serdan û piştgiriyên ji bo çalakvanan jî dewam dikin.

Nasir Yagiz di roja 96’an de bi baweriyek xurt çalakiya xwe didomîne.

Dixtora Yagiz Dirê Mihemed li ser rewşa tendirustiya Yagiz axivî û got:

Rewşa tenduristiyê ya Yagiz giran dibe, nêrîna çavên wî kêm dibin, serê wî diêşe, her wiha dilê wî baş naxebite.

Hewldanên me jî bê feydene, ji ber ku Yagiz tedawiyê qebûl nake.

PIŞTGIRIYÊN JI BO GREVA LI SILÊMANIYÊ DEWAM DIKIN

Her wiha li avahiya Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê jî bi heman armancê ev 73 rojin greva birçîbûnê berdewam dike.

Di vê çarçoveyê de jî parlamenterê berê yê herêma başûrê Kurdistanê Perwa Elî û rojnamevan Şiwan Mihemed serdana çalakvanên greva birçîbûnê kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.

Leave a Reply

Back to top button