Etyopya kontrolkirina paytexta Tîgrayê ragihand

Piştî şerê sê hefteyan hêzên Etyopya oparasyona li dijî hêzên Tîgrayê bidawî kir.
Serokwezîrê Etyopya Abiy Ehmed ragihand ku hêzên wan ketine paytexta Tîgra Mekelle û ew kontrol kirine.
Her wiha ji ber şerê li herêmê heta niha zêdeyî 43 hezar koçberan berê xwe dane Sûdanê.

Herêma Tîgray ya Etyopyayê ev zêdeyî 3 hefteyane di bin êrîşên artêşa Etyopyayê de ye.

4’ê Mijdarê artêşa Etiyopyayê li dijî herêma Tîgrayê bi fermana serokwezîrê welat Abiy Ehmed dest bi oparasyonê kir.

Artêşa Etiyopya piştî navçeya Wîkro ya 50 km dikeve bakurê paytexta Tîgra Mekellê kontrol kirin, berê xwe da paytextê.

Serokwezîrê Etyopya Abiy Ehmed ji bo xwe radestkirinê heta çarşema derbasbûyî dem dabû Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê (TPLF).

Lê hêzên Tîgrayê bangên xweradeskirinê red kir.

Herî dawî serokwezîrê Etyopyayê Abiy Ehmed bi peyama li ser hesabê xwe yê twitterê weşandî de ragihand ku hêzên wan herêm bi giştî kontrol kirine.

Ahmed wiha dibêje:

“Ez ji parvekirina agahiya ku me operasyona Tîgrayê bi dawî kiriye keyfxweşim.

Hikumeta Federal êdî bajarê Mekelle bi giştî xist bin kontrola xwe.”

NYji ber rewşa şer û metirsiya li ser sivîlan bi fikare

Israra serokwezîr ya kontrolkirina Tîgrayê, metirsiya li ser rewşa sivîlan zêde bû.

Tenê li paytexta Tîgray Mekellê zêdeyî 500 hezar kes hebûn.

Ji ber vê yekê NY di her fersendê de banga rawestandina şer li aliyan dikir.

NY ragihand ku ji ber şer pêwistiya 1,1 milyon Etyopyayî bi alîkariyê heye.

43 hezar kes ji tigrayê koçberî Sûdanê bûne

Tenê di nava vê dema şer de zêdeyî 43 hezar kes koçî Sûdanê bûne.

NY dibêje 200 xebatkarên wan li herêmê ne.

Hêjayî gotinê ye, Komara Demokratîk Federal a Etyopya nêzî 115 milyon niştecihên xwe hene û ji 11 eyaletan pêk tê.

Yek ji van eyaletan jî Tîgray ya paytexta wê Mekelle ye.

Erdnîgariya Tîgray ji sedî 6 ya Etiyopya pêk tê.

Jimara niştecihên wê jî ji sedî 18 zêdetir yê Etiyopya pêk tîne.

Back to top button