Lîbya..7 çeteyên El-Qaîdayê bi operasiyonekê hatin girtin

Li Lîbyayê, hêzên taybet bi oparasiyonekê, 7 çeteyên El-Qaîdayê girtin.

Artêşa Lîbyayê diyar kir, ew çete ji welatên cuda hatine û di gel wan de hejmarek çek û ceblxane, hat desteserkirin.

Li gorî agahiyan, artêşa lîbyayê di heftiya bûrî de bi awayekî berfireh, êrîş birin ser cihên El Qaîdayê.

Der Spiegel: Tirkiye veguhastina çekan bo Lîbyayê dewam dike

Ji aliyekî din ve, rojnameya Der Spiegel a Almanî ragihand ku dewleta Tirk veguhastina çeteyan bo Lîbyayê, bi awayekî derqanûnî dewam dike.

Rojnameyê diyar kir ku di wêneyên bi satalaytan hatine girtin, eşkere dibe çawa keştiya Tirkî ‘Rozalîn A’ barê xwe ji erebeyên leşkerî, li bendergeha Misratayê vala dike.

Wêne, her wiha, barkirina hin barên biguman ji bendergeha Amparlî ya Tirkî di nava vê mehê de jî piştrast dikin.

Berya çend rojan Tirkiye, rê nedabû hêzên Alman ên di çarçoveya operasyona Erinî ya YE de dixebitin, venêrînê li keştiyeke barkirinê ya Tirkî bikin.

Piştre, hin dîplomatên YE teqez kir ku gumanên li ser vê keştiyê, ku ew çekan ber bi Lîbyayê ve dibe, rast in, nexasim ku şandeya YE demeke dirêj ev keştî dişopand.

Back to top button