“Di êrîşên dewleta Tirk de, sivîl tên armanckirin”

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî rojane Êrîşî gundên Bakur û Rojavayê Minbicê dike.Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê diyar kir ku dewleta Tirk û çetyên wê bi giranî êrîş dike û di êrîşên xwe de, sivîlan dikin armanc.Şervanan piştrast kir ku ew ê heta dawiyê li dijî dagirkeran berxwedanê bikin.

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî rojane Êrîşî gundên li bakur û rojavayê Minbicê dike.

Ji ber van êrîşan mal û milkên sivîlan tên wêrankirin û jiyana sivîlan di xeteriyê deye.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê yên li eniyên şer derbarê van êrîşan de axivîn û diyar kirin ku dewleta Tirk bi hemû awayî dixwazê gundên herêmê dagir bike.

Şervanê bi navê Elî Yûsiv yê li gundê Qurtwêran ê ku 4 km dikeve rojavayê Minbicê da zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi awayekî rojana êrîşî herêmê dike.

Dewleta Tirk û çeteyên wê bi awayekî rojana û bi çekên navîn û giran êrîşî herêmê dike.

Di encama topbaranên bênavber gelek mal hatin wêrankirin

Dewleta Tirk ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir ku 400 metir dûr e topan diavêje.

Duh jî, di derengiya şevê de çeteyan êrîş kir da ku sivîlan bitirsîne.

Lê belê şervanên meclisê gund parastin û nehiştin dewleta Tirk derbas bibin.

Her wiha şervan Mistefa Xelef jî destnîşan kir ku ji ber êrîşên domdar yên dewleta Tirk jiyana sivîlan di xeteriyê de ye.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe de bi taybet sivîlan dikin armanc.

Çete bi teybat bi şev êrîşî herêmê dike û beriya çend rojan jî topbaran zêde bû û di demeke kurt de nêzî 70 topî li gundan ket.

Çeteyan her wiha mewsimê çotkaran jî didize.
Dema ku çete êrîş dikin em agahiyan didin sivîlan da ku ji ber êrîşan xwe bidin alî.

Şervanan di dawiyê de, piştrast kir ku ew ji bo parastina sivîlan li herêmê ne, her wiha ji bo têkbirina hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmê, wê heta dawî berxwdanê bikin.

Back to top button