Şêniyên Şengalê: Baweriya me bi hêzên ku em di nava pencên qirkirinê de hiştin nîne

Bertekên Şengaliyan li dijî planên ser Şengalê zêdetir dibe, Şengaliyan destnîşan kir ku pêdiviya wan bi hêzên din tune ye, rêveberî û hêza wan a parastinê heye.
Şengaliyan diyar kir ku ti hêvî û baweriya wan di hêzên ku şêniyê xwe li ber komkujiyan hiştiye, tine ye, wê dîsa wan li hember komkujiyan bihêlin.

Piştî vekişîna hêzên Iraq û pêşmergeyên PDK’ê ji Şengalê, Tebaxa 2014’an şengalî di nav pencên qirkirinê yên DAIŞ’ê de man.

Êzidiyan xwe bi xwe bi rêxistin kir, YBŞ’ê ava kir û bi alîkariya HPG’ê di 2015’an de Şengal bi tevahî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Piştî 6 salan ji rizgarkirina Şengal û damezrandina Rêveberiya Xweser û hêzên wê, PDK, Tirkiye û Iraq dixwazin derbasî Şengalê bin.

9’ê Cotmehê PDK, Tirkiye û Iraqê ji bo destketiyên êzidiyan têk bibin, peymanek li dijî Şengalê Îmze kirin û 25’ê Mijdarê jî artêşa Iraqê hêzên xwe derbas derora Şengalê kir.

Şengalî jî vê peymanê weke komployekê û berdewama êrîş û komkujiyên DAIŞ’ê dibînin lewra jî qebûlo nakin.

Şengaliyê bi navê Salih Reşo anî ziman ku ii hêvî û bawerî di hêzên ku şêniyê xwe li ber komkujiyan hiştiye, tine ye, wê dîsa wan li hember komkujiyan bihêlin.

Şêniyên Şengalê: Pêwistiya me bi hêzeke din nîne

Şengaliyê bi navê Silêman Xelef diprise û dibêje gelo hêzên PDK û Iraqê di dema qirkirina de li ku bûn, wan Şengal li beramber komkujiyan hişt, niha pêdivî bi wan tineye.

Şêniyên Şengalê: Li dijî Êzidiyan komploya heye

Her wiha Murad Şengalî jî da zanîn ku hikumeta Iraq û PDK’ê dixwazin xwe li çiyayên Şengalê bi cih bikin, lê belê ev ne pêkan e.

Şengalî peymana PDK û Iraqê weke komploya têkbirina êzidiyan bi nav kir û piştrast kir ku vê carê ti kes nikare civaka êzidî têk bibe, ji ber li gel wan hêzek heye, şêniyên Şengalê pişta hêzên xwe bernadin.

Back to top button