Li Efxanistanê…26 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin

Li Efxanistanê di encama teqîneke xwekujekî de 26 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin

Teqîna xwekujekî bi erebeyeke bombekirî li baregeha artêşa Efxanî ya herêma Xezna li rojhilatê welêt çêbû.

Rêveberê Nexweşxaneya Xezna Baz Mihemed Himt ragihand ku di vê êrîşê de 26 endamên ewlehiyê hatin kuştin 16 jî birîndar bûn.

Di nava çend mehan de, ev teqîna herî mezin e ku li Efxanistanê rû dide.

Back to top button