Artêşa Tirk a dagirker rojên dawî li ser hev axa Başûrê Kurdistanê bombe dike.
Herî dawî balafiran êrişî herêmên Zap û Xakûrkê kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:
23 Sibatê balafirên artêşa dagirker devera Çemço ya Zapê û Qada Ermûşê ya Xakûrkê bombe kirin..
Navenda Çapemeniyê ragihand ku di herdû êrişan de jî ti ziyan li hêzên wan nebûye..
19 û 20’ê Sibatê artêşa Tirk êrişî deverên cûda ên herêma Zapê kiribû û di encamê de gerîllayekî HPG’ê şehîd bibû..