Asmîn a 9 salî nameyan ji Rêber Ocalan re dinivîsîne

Asmîn a biçûk ku ji malbata Kurdên Anatoliya Navîn e û li Fransayê dimîne, ji 7 saliya xwe ve nameyan ji Rêber Abdullah Ocalan re dinivîsîne.

Nameya Asmîn bi gotina ‘Serokê min, Apoyê min’ destpê dike û wiha dewam dike:

“Roj baş, ez Asmîn 9 salî me û di 7 saliya xwe de min name ji te re şand. Lê her ku li qutiyê dinerim, dibînim ku name negihîştiye te, tiştek nîne. Ez ê timî li bendê bim, Serokê min.

Dema ku ez bêriya te dikim li rojê dinerim. Dayika min dibêje, ‘Dema ku te bêriya Rêberê me kir, destê xwe deyne ser dilê xwe û li rojê binere’. Dibêje wê demê ez ê te bibînim.

Xwezî darikekî min ê bi sêhr hebûya min te ji girtîgehê derxistibûya.

Dayika min dema li te temaşe dike digirî, ez jî digirîm. Dema mezin bibim ez ê Serokê xwe derxînim.

Dema ku ez radizêm ji te re dibêjim şev baş. Tu jî ji min re dibêje.

Dema ku destê xwe datînim ser dilê xwe dibihîzim.

Ez gelekî ji te hez dikim, gelekî bêriya te dikim. Serokê min, Apoyê min.”

Back to top button