Yunanistan ji ber siyasta Alman ya bi Tirkiyê re ew rexne kir

Wezîrê Derve yê Yunanîstanê Nikos Dendias ji ber Almanya firotina çekan ya bi Tirkiyê re nedaye rawestandin ew rexnekir û got: Berlîn karê xwe yê serokatiya demkî ya YE bi hêjayî pêk ne aniye.

Nikos Dendias anî ziman ku Almanya di pêkanîna cezayên ji ber provakasyonên tirkiyê li herêmê de nekariye li gorî pêwist xebatê bike.

Dendias di axaftina xwe ya ji bo malpera Politico kirî de wiha got:

Bi rastî ez fam nakim ji ber çi Almanya tevî daxwazên Yunanîstan yên rawestandina firotina çekan ya ji bo Tirkiyê pêk ne aniye.

Yunanistan di her fersendê de nerehetiya xwe ya ji Almanya ku çekan difiroşe Tirkiyê tîne ziman.

Herî dawî di meha derbasbûyî de, Wezîrê Derve yê Yunanîstan Nikos Dendias ji hempîşeyê xwe yê Alman Heiko Maas re nameyek şandibû û xwestibû firotina çekan a ji bo Tirkiyê rawestînin.

Back to top button