Şandeya KNK’ê serdana PJAK û KODAR’ê kir

Şandeya KNK’ê ji bo pêşî şerê navxweyî ku PDK dixwaze bi piştgiriya dewleta Tirk derxîne bigre, hevdîtinên xwe yên li başûrê Kurdistanê didomîne. Şandeya KNK’ê îro serdana Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK û KODAR’ê kir

Xebatên KNK’ê yên ji bo pêşîgirtina şerê navxweyî ku PDK niha amadekariya wê dike ku derxîne, dewam dike.

Şandeya KNK’ê di vê çarçoveyê de serdana, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK û KODAR’ê kir.

Di hevdîtinê de qala yekîtiya neteweyî, pêşîlêgirtina şerê navxweyî û parastina destkeftî û berjewendiyên gelê Kurd hate kirin.

KODAR û PJAK’ê piştgiriya hewldanên KNK’ê yên di vê mijarê de kir.

Hevseroka KODAR’ê Gulan Fehîm got; “Pêwîste gelê Kurd bi hevre li dijî dijmin û êrişan têkoşînê bikin.

Gulan Fehîm bal kişand li ser yekîtiya neteweyî û wiha domand; “Bûyerên niha yên li Kurdistanê yekîtiyê ferz dike. Divê ji bo çarenûsa gelê Kurd û yekîtîya neteweyî gavên mezin werin avêtin.

Gulan Fehîm diayar kir ku ew wek tevgereke Apocî ji bo pêşîlêgirtina şerê navxweyî yê di navbera Kurdan de amadane erk û berpirsyartiya xwe ya ji bo yekîtiya neteweyî pêk bînin

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus jî diyar kir ku gelê kurd şerê navxweyî naxwaze û li dijî her hêzên şerxwaz xwedî helwest e û got:

“Em hêvîdarin di hevdîtinên xwe yên li gel hizbê Kurdistanî de bersivek pozîtîv û baş ji bo pêşîlêgirtina şerê navxweyî bigirîn.”

Back to top button