Piştî kuştina Fexrî Zade, Îranê biryara zêdekirina hilberîna ûraniyûmê da

Piştî kuştina damezrînerê bernameya nûklerî, Îranê biryar da ku hilberîna ûraniyûmê bi qasî 20 ji sedî zêde bike. Parlemena Îranê bang kir ku bersiva kujerên zanyar Muhsîn Fexrîzade bilez were dayîn.

Zanyarê nûklerî yê Îranî Mihsin Fexrî Zade ku di roja înê ji aliyê hêzeke nenas ve hat kuştin, îro di saetên berbangê de cenazeya wî gihişt bajarê Meşhedê yê Îranê û li goristana Îmam El-Rida merasîma veşartinê pêk hat.

Derbarê kuştina Fexrî Zade, Serokê Olî yê Îranê Elî Xamîneyî ser rûpela xwe ya tiwîterê daxuyaniyek da û diyar kir ewê kujerên Fexrîzade û piştevanê wan ceza bikin û xebatên nuklerî jî dewam bikin.

Parna Îranê: Xwîna Zade wê astengiyên ser bernameya Nûklerî rake

Her wiha îro parlemena Îranê derbarê kuştina zanyarê nûklerî Mihsin Fexrî Zade civîneke girtî bi amadebûna Wezîrê Ewlehiyê pêk anî.

Di civînê de Serokê Parlamana Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir divê bersiva kujerên Fexrîzade bê dayîn.

Parlemena Îranê li ser zêdekirina hilberîna ûraniyûmê li hev kir

Di civîna parlemena Îranê de derbarê mijara nûklerî de nîqaş hatin kirin.

Parlemena Îranê li ser projeqanûna bi navê “Xebatên Stratejîk ji bo Bidawîkirina Cezayan” erê kir û li ser zêdekirina hilberîna ûraniyûmê bi qasî 20 ji sedî li hev kir.

Parlemena Îranê bang kir ku bersiva kujerên Fexrî Zade bê dayîn

Parlamana Îranê diyar kir ku Îsraîl berpirsê kuştina Fexrî Zade ye û divê hesabê bide.

Parlamana Îranê bang li rêjîma Îranê kir ku bersiva kuştina Fexrîzade bi lez bide.

Komîteya Enerejiyê a Îranê: Em ê ji tifaqa Nûklerî vekişin

Serokê Komîteya Enerejiyê di Parlamana Îranê de Ferîdûn Ebasî bi daxuyaniyeke cûde ragihand ku ew ê hilberîna Yûraniyûm bi qasî 20 ji sedî zêde bikin û wê nema hevkariyê bi Dezgeha Navdewletî ya Enerjiya Etomî bikin û wê ji tifaqa nûklerî jî vekişin.

Back to top button