Mêrekî zaroka xwe ya 13 salî beramberî deyn da pêşmergeyekî 40 salî

Ligel ku qanûnê herêma Başûrê Kurdistanê zewicandina di bin 18 salî de qedexe kiriye, pêşmergeyekê 40 salî keçikek 13 salî beramberî 5 hezar dinarê Îraqê deynê xwe desteser kir û qanûna herêmê binpê kir.

Li gorî yasayên Herêma Kurdistanê, nabe tu keçek temenê wê di jêr 18 salî re li dadgehên Herêma Kurdistanê girêbesta wê ya zewacê were çêkirin.

Her wiha her melayek mehra keçek di jêr temen 18 salî re jî çêke, wê ji aliyê Wezareta Ewqafê ve were cezakirin.

Li bajaroka Herîr a ser bi parêzgeha Hewlêrê, zilamek temen 40 salî beramberî deynê xwe li gel keça temen 13 salî zewicî.

Li gorî gotina Çalakvana Mafên Jinan a li Rêxistina Xelk Bihar Munzir, li bajaroka Herîr ya ser bi Hewlêrê, pêşmergeyek 40 salî zewicî.

Bavê zaroka 13 salî, pêşberî 5 milyon dinarê Iraq, da pêşmergeyek ku berê sê caran zewiciye.

Rêxistinên Jinan û çalakvanên Silêmaniyê zewaca pêşmergeyekî 40 salî li gel zaroka 13 salî şermezar kirin

Rêxistinên jinan û çalakvanên Silêmaniyê li Parka Nalî ya Silêmaniyê bi çalakiyekê nerazîbûn nîşan dan.

Di çalakiyê de yek ji şopînerên mijarê aktîvîst Behar Munzîr daxuyanî da.

Bahar ragihand ku tevî ku hinek kes dibêjin ev zewanc nehatiye kirin, lê li gorî şopandina wan, kesek li nêzî wî zilamî jêre ragihandiye ku raste zewac pêk hatiye û ew zarok roja Înê zewicandîne.

Behar Munzîr eşkere kir ku ji aliyê kesên hizbî ve hewl didin ku dosyayê veşêrin û ji bo veşartina dosyayên wiha piştgiriyê dikin.

Herwiha di çalakiyê de daxwaznameyek pêşkêşî Serokatiya Herêma Kurdistanê, hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar ên mafên jinan û zarokan kirin.

Di daxwaznameyê de daxwaz kirin ku li hember van rewşan bêdeng nebin û pêşiyê li bûyerên wiha bigirin û sûcdaran ceza bikin.

Herwiha ji ragihandinê ji xwestin bûyerê bi hûrî lêkolîn bikin.

Ji berî çend rojan jî xwestin keçek 14 salî bidin mêrek 51 salî, lê ji ber zextên rêxistinên û torên civakî rawestandin.

Back to top button