DAIŞ’î û artêşa Iraqî li çiyayê Qereçox ê Mexmûrê pev ketin

Li çiyayê Qereçoxê yê li Mexmûrê, di navbera artêşa Iraqî û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket.

Ajansa Nûçeyan “RojNews” ragihand ku li qontara çiyayê Qereçoxê yê li Mexmûrê, artêşa Iraqî li dijî şaneyeke DAIŞ’ê dest bi operasyonekê kir.

Di dema operasyonê de, di navbera çete û leşkeran de şer derket.

Lê çavkaniyê ti agahiyên zêdetir bi par ve nekir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin jî, şaneya çeteyan ji 6 kesan pêk dihat.

Back to top button