Hêzên rejîma Îranê li Urmiyê ya Rojhilatê Kurdisatanê careke din êrîşî kolberan kir û bi giranî kolberek birîndar kir.
Ajansa “Kolbernewsê”, ragihand duh li herêma Urmiyê, hêzên rejîma Îranê rasterast gule li komek kolberan reşand û ji ber wê kolberê bi navê Ayhan Xidir (22) ku ji xelkê gundê Kuran a herêma Somma Biradost ya Urmiyeyê, bi giranî birîndar bû.
Hat ragihandin ku Ayhan ji serê xwe ve birîndar bûye û yekser ew rakirine nexweşxaneyek Urmiyê.
Ayhan ne kolberê yekem e ku rastî êrîşên hovane yên hêzên rêjîma Îranê tê, berî wî bi sedan kolber bûne qurbanên vê hovîtiyê.