Dayîka Dêrsim ji bo dermankirinê banga alîkariyê kir

Zaroka bi navê Dêrsim Salih Sîno ya 10 mehî ku ji Serê Kaniyê koçber bûye û niha li dibistaneke Hesekê dimîne ji ber sobê rû û destê wê şewitîn. Niha malbata Dêrsim jî ji bo dermankirina wê, li hêviya alîkariyê ne.

Êşa wan a koçberiya ji mala wan ne bes bû, şewatê jî da ser birînê…

Zaroka bi navê Dêrsim Salih Sîno ya 10 mehî ku ji Serê Kaniyê bi malbata xwe re koç bûye û li dibistan Berzan a Hesekê dimîne, Şemiyê şewitî.

Dema li ber sobeyê, xwe ji serma Çileyê germ dikirin, sobe bi wan de teqiya.

Di encamê de, rûyê zaroka biçûk bi pileya duyemîn şewitî.

Dayîka Dêrsim dibêje rewşa wan a jiyanî zehmet e û nikarin zaroka xwe derman bikin, ji lew re daxwaza alîkariyê dike.

Dayîk hêviya dike jî ku rûyê keça wê vgere mîna berê û rehet bibe.

Dapîra zaroka şewitî jî, Zelîxa Oso behsa dema teqîna sobê dike û dibêje tiştek ji dest wan derneket, ji ber ew tirsiyan û mat man..

Çîroka Dêrsim mîna ya bi hezaran koçber e ku bi ser kul û derdê wan de, zehmetî û êşa ku ji ber dûrbûna ji warê xwe jî dikşînin, heye.

Çîroka wê ne gerekdarî şîroveyê ye, şewata li ser rû û destê wê, êşa koçberî û jiyana zehmet tevî vedibêje..

Tenê destên alîkariyê yên spî, dikarin ken vegerînin rûyê Dêrisma biçûk.

Back to top button