Meclisa Xweser a Şengalê bi awayekî awarte civiya

Meclisa Xweseriya demokratîk a Şengalê-MXDŞ’ê li ser rewşa herêmê û geşedanên dawî bi awayekî awarte civiya.

Civîn li avahiya Meclisa Gel a Xanesorê bi beşdariya nûnerên hemû saziyên Rêveberiya Xweser, nûnerên YBŞ û Asayîşa Êzidxan li dar ket.

Hevseroka MXDŞ’ê Xezal Reşo axaftina destpêkê kir û got:

“Em di rojên dîrokî re derbas dibin. Gelek planên li dijî xeta me ya azadiyê ku me hilbijartiye, hene. Ew dixwazin me tune bikin.

Hevseroka MXDŞ’ê teqez kir ku wan rêya berxwedanê girtiye û bang li gel kir ku li kêleka hêzên xwe yên parastinê cih bigirin.

Civîn hîna li dar e û çav li rêya encaman in..

Back to top button