Gera 4. a diyalogên Lîbî-Lîbî li Mexribê îro tên lidarxistin

Gera çaremîn a diyalogên Lîbî-Lîbî, bi awayekî yekser û bêyî ti navbeyndariyan, îro li bajarê Tenca yê Mexribê tê lidarxistin.
Di civînên berya niha yên li Tûnisê de jî, li ser beşdariya jinê di erkên desthilatdariyê de, bi rêjeya 30% hat lihevkirin û vê yekê jinên Lîbyayê kêfxweş kirin.

Şandeya Parlamena Lîbî û şandeya Meclisa bilind a dewletê, hîna civînên xwe li Mexribê li dar dixînin..

Îro Duşemê, gera çaremîn a diyalogan li bajarê Tenca yê Mexribê, derbarê 7 erkên desthilatdariyê û dabeşkirina wan a erdnîgarî, pêk tê.

Ev ger wê 2 rojan li dar be, tê de 26 endam ji her du şandeyan beşdar dibin.

Her du şande wê yekser, beyî navbeynkariya aliyekî sêyemîn, li ser maseya danûstandinan rûnin.

Şemiya borî, nêzî 120 parlamenterên Lîbî jî hevdîtinên xwe yên li bajarê Tenca yê Mexribê bi daxuyaniyekê bi dawî kirin.

Di daxuyaniyê de teqezî li ser lidarxistina hilbijartinên serokatî û parlamenê roja 24’ê Kanûna 2021 hat kirin, her wiha bajarê Bengazî weke navenda destûrî ya parlamenê hat destnîşankirin.

Parlamenteran li ser lidarxistina civîneke parlamenê li bajarê Gidamis ê Mexribê jî li hev kir.

30% ji erkên desthilatdariya bê ya Lîbyayê, dê para jinan be

Her wiha di civînên Tûnisê de, li ser beşdariya jinê di erkên desthilatdariyê de, bi rêjeya 30% hat lihevkirin.

Li ser vê yekê, parlamentera Lîbî Fatima Karês, bal kişand ser rola jina Lîbî û beşdariya wê di civînên diyalogên siyasî yên di navbera parlamen û meclisa bilind a dewletê yên meha borî de.

Fatima Karês, ji rojnameya Şerq El-Ewser re got:

Di civînên Tûnisê de, jinan daxwaza beşdariya jinê bi rêjeya 30% di erkên desthilatdariyê de kir û dibe ku para jinê di parlamena Lîbî ya bê de, bibe 60 kursî.

Parlamentera Lîbî Fatima Karês teqez kir ku daxwaza jinên Lîbî ew e ku wezaretek taybet bi jinê û parastina mafên wê di hikumeta Lîbî ya bê de hebe.

Back to top button