Zeyneb Celaliyan êdî nikare bi rêya telefonê jî bi malbata xwere bi axive

Rejîma Îranê nahêle girtiya siyasî a Kurd Zeyneb Celaliyan bi rêya telefonê bi malbata xwere bi axive û hevdîtinê bike. Ew ne bes bû bavê Zeyneb jî ji aliyê rejîma Îranê ve hate binçavkirin.

Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê rejîma Îran vê carê nahêle Zeyneb bi malbata xwere hevdîtinê bike û peywendiya bi rêya telefonê jî lê hatiye qedexe kirin.

Heman çavkaniyê ragihand dema ku Zeyneb birine girtîgeha Yezd, tenê carek rê dane ku peywendiyek kurt bi malbata xwere bike.

Çavkaniyê da zanîn Zeyneb di wê peywendiya xwe ya kurt de ji malbatê re gotiye;

“Rêveberên girtîgehê ji min re gotine, heya tu ji xebata xwe peşîman nebî û bi hêzên ewlekariyê re hevkariyê nekî, tuyê ji hemû mafên xwe yên di nava girtîgehê de bê par werî hiştin.”

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ji devê kesek ji malbata Celaliyan ragihand ku bavê Zeyneb Celaliyan di rojên borî de li bajarê Mako ji aliyê wezareta Îtalatê ve hatibû binçavkirin û bi kefalet hatiye berdan.

Back to top button