Bi hezaran welatiyên Arjentînî li dijî zagona rawekirina kortajê, daketin qadan û li ber avahiya kongrêsa Arjentînî ya li Buenos Aires çalakiye li dar xistin.
Li Arjantînê, ji bilî ducanîbûna di encama destdirêjiyê û metirsiya li ser tendirustiya dayîkê, kortajkirin suc û qedexeye.
Lewra yê ku ne qanûnî kortajê bike jî cezayê girtinê lê tê birîn.
Xwepêşendêran di çalakiyê de laçikên şîn, ”weke sembola li dijî kortajê” li xwe kirin û gotin:
Arjantîn piştgiriyê dide jiyanê.