Hêzên meclisa leşkerî ya Hecînê 2 serçeteyên DAIŞ’ê girtin

Di çarçoveya operasyona Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Hecînê de li Dêra Zorê 2 serçeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Hecînê doh bi şev li bajarokê Şefa ya Dêra Zorê dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyonek pêkanîn.

Di operasyonê de serçeteyê bi navê B.C.E. û S.D hatin girtin, her du weke ’emîrên Firatê’ yê çeteyên DAIŞ’ê dihate naskirin û tiliya wan di gelek êrîşên li Hecîn û Baxozê de hebû.

Ev koma çeteyan di heman demê de plansaz û berpirsyarê gelek êrişên di dema dawî yên li herêma Baxozê de hebûn.

Her du serçeteyan li xwe mikur hatin ku gelek bûyerên terorîstî pêk anîne.

Back to top button