2. Konferansa Hêzên Parastina Civakî HPC’ê îro li bajaroka Rimêlan hat lidarxistin.
Konferans bi avakirina meclisa herêma Cizîrê bi dawî bû.
Konferansa HPC’ê bi slogana “Tekane rêya xelaskirinê ji qirkirin û kuştinê, rêya xweparastinê ye” hat lidarxistin.
950 endamên HPC`ê, Nûnerên rêveberên Rêveberiya Xweser û Kongra Star tev li konferansê bûn.
Di konferansê de rapora xebatên 3 salan a Hêzên Parastina Civakî hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve hat nirxandin.
Her wiha Meclisa Hêzên Parastina Civakî li ser asta herêma Cizîrê ji 63 endaman hate avakirin.
Di dawiya konferansê de biryar hatin girtin, ji wan:
1-Hêzên Parastina Civakî li hemberî hewldanên qirkirina çandî û dagirkirina leşkerî dê erka xwe pêk bîne.
2- Rêxistinkirina civakê di her aliyan de wekî bingeha kar esas digire.
3-Dewreyên perwerdeyê yên leşkerî û fikrî dê werin vekirin.
4-Wekheviya herdu zayendan bingeha