Dagirkeran ji gundê Enqelê yê Şiyê 5 sivîl revandin

Dagirkeran bi ser gundê Anqelê yê Şiyê DE girt û du jin û zarokek jî di navê de, 5 sivîl revandin.

Li Efrîna dagirkerî, Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên hovane li dijî şêniyan didomin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, 25 û 27 ‘ê Mijdarê çeteyan bi ser gundê Enqelê yê Şiyê de girt û ji wan jin û zarok jî di navê de 5 kes revandin.

Hat diyar kir ku 25’ê Mijadarê çeteyan şêniyê bi navê Mîkayil Mihemed (34) revand.

27’ê Mijdarê jî, çeteyan du jin bi navên Nûrhan Kêlo (55), Cozfîn Mihemed (35) û zarokkekî bi navê Cofan Ehmed (14) revandin.

Li gorî çavkaniyan jî, çeteyan piştî standina 13 hezar dolar fidye, Mêkayil berdan, lê çarnûsa yên din nediyar in.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûrî da zanîn ku li heman gundî jî çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Abdîn Ehmed revand.

Her weha çeteyan 300 teneke zeyt yê Mihemed jî desteser kirin.

Daily Beast: Dewleta Tirk zeyta Efrînê talan dike û li amerîkayê difroşe

Di vê çarçovayê de jî Tora Daily Beast ya Amerîkî di raporeke lêpirînê de eşkere kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê zeyta zeytûnê ji Efrîn talan dikin û dişînin Amerîkayê.

Daily Beast diyar kir ku şîrketa “Turkana Food” a Tirk a li wîleyeta New Jersey a DYE zeytê zeytûnê ya ku dewleta Tirk û çeteyên ji Efrînê talankirine, difroşe.

Her weha destnîşan kir ku serçeteyên ku piştgirî ji dewleta Tirk digirin, zeyta talakirî bi qaçaxî derbasî Ewropa dike û li bazarên Ewropî difiroşin.

“Daily Beast” hişyarî da ku dibe dewleta Tirk bi dahata vê zeytê şer li Sûriyê fînanse dike ya ku meha Adara 2018’an bi piştgirîya Tirkiyê Efrînê hat dagirkirin.

Li gorî bazirganên ji herêma Efrînê, bazirganiya zeytê zeytûnê ya Efrînê salane nêzîkê 150 mîlyon dolar e.

Back to top button